Têkeve
NÛÇE
PKAN

KURDEN ANATOLİYE

Çalakî

Em Piştgiriyê Didin Pêvajoyê Aştiyê !

\n \nDi 3’ê cotmehê de bi çûyina Serokê MHP Devlet Bahçelî a ber koma Dem Partiyê û bi silavdana vekîlên wê, pêvajoyeke nû ya aştiyê dest pê kir. \n \nDi 22ê cotmehê de jî, Devlet Bahçelî ji bo...

Em Piştgiriyê Didin Pêvajoyê Aştiyê !
\n \nDi 3’ê cotmehê de bi çûyina Serokê MHP Devlet Bahçelî a ber koma Dem Partiyê û bi silavdana vekîlên wê, pêvajoyeke nû ya aştiyê dest pê kir. \n \nDi 22ê cotmehê de jî, Devlet Bahçelî ji bo Abdullah Öcalan got "eger tecrîda li ser wî were rakirin, ma ew were û di civîna koma Partiya DEM’ê de biaxive, bi dawîanîna terorê û fesîxkirina rêxistinê îlan bike” \n \nPêvajoya ku bi hevdîtinên Îmraliyê dewam kir, bi biryara hilweşandinê ya ku PKK di 12’emîn kongreya xwe ya di 5-7ê Gulana 2025’an de wergirt, gihîşt qonaxa xwe ya îro. \n \nNiha di civakê de li hemberî vê pêvajoyê bertekên neyînî tune ne. Di nav partiyên siyasî de jî ji bilî Partiyên IYI û Zaferê, helwesta hemû partiyan dikare were gotin ku erênî ye. \n \nEv tiştekî normal e, ji ber ku wekî qasîdê aştiyê Sırrı Sürayya Önder gotiye, "Di aştiyê de kes wenda nake” \n \nDi daxûyaniyê de bi kurtebiriya paşxaneya dîrokî ya pêvajoya ku gelê Kurd bê statû hiştiye tê vêgotin û wek çareserî jî “welatê hevpar û bi perspektîfa Komara Demokratîk a Tirkiyeyê ku gelê Kurd-Tirk hêmanên damezrîner in û têgihîştina Neteweya Demokratîk" tê pêşniyar kirin. \n \nLi gorî paşxaneya dîrokî ya ku hat behs kirin, siyaseta asîmîlasyonê ya sîstematîk li ser Gelê Kurd, bi taybetî jî Kurdên Anatoliya Navîn, anî asta tevabûnê. Rizgarbûna ji vê tunekirinê bi tenê bi çareseriya ku di deklarasyonê de hatiye pêşniyarkirin û wek wekheviya her du gelan were kurteberkirin, mumkin e. \n \nEm ji ber divêtiyên demokrasî û rewşa Kurdên Anatoliya Navîn a xwemalî, çareseriya 'demokrasiya xwecihî’ esas digre destek dikin. \n \nDi vê çarçovê de, em bawer dikin ku Kurdên Anatoliya Navîn, ku qurbaniyên herî mezin ên asîmîlasyonê ne, dê piştgiriya herî mezin bidin vê pêvajoyê. Di vê çarçoveyê de, em ê ji bo serkeftina pêvajoya aştiyê ku em wek rêya rizgarkirina çanda xwe ya ji asîmîlasyonê dibînin, bixebitin. \n \nEm ê heta ku ji destê me tê piştgiriyê bidin xebatên dîplomatîk. \n \nEm ê ji bo ku Kurdên Anatoliya Navîn beşdarî xebatan bibin û bibin parçeyekî çareseriyê bixebitin. \n \nPêvajoya aştiyê dê tengezariya di civakê de kêm bike, tirsê kêmtir bike û derfetên xebatên di nav gel de zêde bike û PKAN ê bi vê hişmendiyê tevbigere. \n \nWek PKAN, em mîna gelê xwe piştgiriyê didin pêvajoyê û soz didin ku ji bo serkeftina pêvajoyê çalaktir bin. \n \nPLATFORMA KURDÊN ANATOLİYA NAVÎN  PKAN