Têkeve
NÛÇE
PKAN

KURDEN ANATOLİYE

Çalakî

PKAN-SWÊD 3 EMÎN KONGREYA XWE YA ASAYÎ LIDARXIST!

Kongreya PKAN-Swêdê îro di 4ê Cotmehê 2025an de,li bajarê Stockholmê pêkhat. Piştî rêzgirtine Dîwan hat hilbijartin , rojev bi yekdengî hat qebulkirin û kongre wekî ku haibû destnîşan kirin berdewam...

PKAN-SWÊD 3 EMÎN KONGREYA XWE YA ASAYÎ LIDARXIST!
Kongreya PKAN-Swêdê îro di 4ê Cotmehê 2025an de,li bajarê Stockholmê pêkhat. Piştî rêzgirtine Dîwan hat hilbijartin , rojev bi yekdengî hat qebulkirin û kongre wekî ku haibû destnîşan kirin berdewam kir.    \n \n Ji bona ku îro salvegera kuştina rojnamevan û endama Navenda Lêkolînên Jineolojîyê Nagehan Akarsel di kongreyê de hat bîranîn.Tew bi Nagehanê re wêneyên kesayetên wekî Leyla Güven,  Murat Bozlak û Faik Candan li ser dîwarên salonê hatin daliqandin.   \n \nBi navî Navenda Civaka Kurdên Demokratîk NCDK û Enstîtuya Kurdî axaftin hatin kirin. Peyamên Hevserokên PKAN’ê û Kovara Bîrnebûn hatin xwendin. Rapora serdemê berê pêşketinên dawî nirxand û bi taybetî piştgiriya ji bo pêvajoya aştiyê tekez kir.    \n \nPiştî nirxandin û erêkirina raporan, dîwan derbasî hilbijartina Rêveberiya nû bû.  Emine Kiliç û Vahdi Çelik  wek hevserokên PKAN-Swêd’ê hatin hilbijartin. Rêveberiya nû ji 12 kesan pêk tê û 4 ji wan jinên. Kongre bi performansa muzîkê ya Koma Omera bi dawî bû.   \n \n PLATFORMA KURDÊN ANATOLIYA NAVÎN - SVERIGE