MERASÎMA BÎRANÎNA FIKRET FUAT KART!
Bi pêşengîya PKAN’ê, roja şemîyê ,24'ê Gulanê 2025 an de, li bajarê Torisdorf / Almanya , merasîma bîranîna Rêhevalê me Fîkret Fuat Kart li Salona Alevitische Kulturzentrumê hate lidarxistin. \n \n...
Bi pêşengîya PKAN’ê, roja şemîyê ,24'ê Gulanê 2025 an de, li bajarê Torisdorf / Almanya , merasîma bîranîna Rêhevalê me Fîkret Fuat Kart li Salona Alevitische Kulturzentrumê hate lidarxistin.
\n
\n
\n
\nDi serî de malbata Fîkret Fuat Kart, Rêveberiya PKAN Almanya, hezkirîyên wî , dost û nasên Fîkret Fuat Kart beşdar bûn.
\n
\nMerasîm , bi xwendina Fatihê ji aliyê Mele ve dest pê kir.
\n
\nBi navî malbatê Hamit Mazlum Kart wiha got, tiştê ku mirov dike mirov dest, ziman û mejiyê wî ne, tekoşîna me jî wê bi heman awayî be, wekî ku bavê min rêberiya min kirî em ê berdewam bikin. Wek malbat spasîya herkesî dikin ku di van rojên tengasîyê de li ba me bûn.
\n
\nHevserokê PKAN’ê Ali Fuat Gûrsel , di dengkirina xwe de wiha got, Fîkret Fuat Kart rêhevalê me însanekî dilsoz û qedirbilind bû, li aliyê din hewceye ku jiyan bi watedar be û jiyane manek xwe hebe. Me hevalekî xwe bi qedir û qimet wenda kir û em te qet ji bîrnakin. Rêhevalê me Fîkret Fuat Kart, bi sekna xwe însanekî nimûne bû. Wek PKAN, di serê de sersaxi ji malbatê re û ji tewayê Kurdên Anatoliya Navîn re dixwazin.
\n
\nArif Baş, yek ji Rêveberê Partiyê HDP'ê berê Konya, got min û Fîkret Fuat Kart , bist sala bi hevre di nava parti de xebitîn. Arif Baş fatihêk xwend û wiha bi dawî anî ,Oxir be hevalê hêja.
\n
\nJi dûra jî mesajên ku hatine şandin hatin xwandin , mesaja Hevserokê Partiya Dem'ê ya Konya Mulla Şîmşek, ya Rêveberê berê Partîya HADEPê ya H. Mehmet Bozdag, Helbestvan Omer Faruk Hatipoglu , hevalê xwe yê bi salan û gundîyê xwe Wahdi Alan Çelîk û mesaja Ahmet Gezer hate xwendin.
\n
\n PLATFORMA KURDÊN ANATOLIYA NAVÎN- ALMANYA
\n
\n