ÊRÎŞA LI SER ROJAVA NAYE QEBÛL KIRIN
Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ango selefî û cîhadîstên li Rojava çar roj ber vê êrîşeke berve Helebê da destpêkirin. \n \nDema êrîşê watedar e. \n \n14’ê mijdarê Wezîrê Parastinê yê Îngilistanê John...
Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ango selefî û cîhadîstên li Rojava çar roj ber vê êrîşeke berve Helebê da destpêkirin.
\n
\nDema êrîşê watedar e.
\n
\n14’ê mijdarê Wezîrê Parastinê yê Îngilistanê John Healey hat Enqereyê û serdana TUSAŞ’ê kir.
\n
\n25’ê mijdarê Sekreterê Giştî yê NATO’yê Mark Rutte jî hat Enqereyê û wî jî serdana TUSAŞ’ê kir.
\n
\nTUSAŞ sazîyeke sîlah û amûrên şer hildibireye.
\n
\nJi serdana wezîrê Îngilistanê û sekreterê saziya şer a NATO’yê şûnda êrîşa navborî dest pê kir. Li aliyên din çend roj in saziyên kurdan ên li îngilistanê jî di bin êrîş û dorpêça polîs de ye.
\n
\nHelbet ew gîştik ne tesadûf in. Berovajî plansaziyek navnetewî ye.
\n
\nEm dibêjin êdî bes e ji lîstik û berjewendparêziya Îngilistanê û Cîhana Rojava re.
\n
\nEm helwesta Tirkiyeyê ji aliyekî de qaşo ji bo aştiyê gavan diavêje û ji aliyê din jî bi rêya rêxistênên cîhadîst êrîşan dibe ser Rojava ji bo ku Rojava ji holê rake, bi tundî şermezar dikin.
\n
\nEm daxwaz dikin Cîhana Rojava û Tirkiye rojek berê dev ji vê helwesta xwe ya dijmirovî berde û hebûna kurdan qebûl bike.
Bilal Celepli