NEWROZA KULU YÊ!
Newroza Kulu yê, hem di warê beşdarbûn him jî di warê xwedîderketinê de li nava Kurdan û li Anadolê dengvêda. \n \n Pîrozbahî Newroze li nêzî gada Bazarê hat lidarxistin. \n \nTê tehmîn kirin ku...
Newroza Kulu yê, hem di warê beşdarbûn him jî di warê xwedîderketinê de li nava Kurdan û li Anadolê dengvêda.
\n
\n Pîrozbahî Newroze li nêzî gada Bazarê hat lidarxistin.
\n
\nTê tehmîn kirin ku nêzikî 4-5 hezar kes beşdarî bûn û piranî jî ciwan û jin bûn.
\n
\nNavçeya Kulu/ Konya yê piştî 10 salan cara sifte Newroz tê pîroz kirin. Newroz ,ji hêla rêxistina Kulu ya Partiya Dem'ê ve hat organîzekirin.
\n
\nParlamenterê Partiya DEM a Amedê Mehmet Kamaç, Hevserokê Partiya Dem a bajarê Konyayê Molla Şîmşek, Hevserokê Navçeya Kuluyê a Partiya DEM'ê Vahdet Sari, Hevseroka Partiya Dem a Navçeya Kuluyê Ayşe Akbina û Rêveberên Partiya Dem’ê yên Kuluyê. Rêveberên Partiya Dem ên Cihanbeyli, Haymana, Bala, Şereflikoçhisar û Yunak jî beşdarbûn.
\n
\nJi bilî vê , nûnerên Sazîyên Sîvil û Rêveberên Partiyên siyasî, endamên partiyan jî beşdar bûn.
\n
\nGelek welatiyên ji navçeyên Cîhanbeylî, Haymana, Bala, Şereflîkoçhisar û Yunakê hatibûn.
\n
\nPeyama PKAN'ê bir kurdî û tirkî hate xwendin.
\n
\nPîrozbahîya Newrozê bi kilam û govend gerandine berdewamkir.
\n
\nPLATFORMA KURDÊN ANATOLIYA NAVÎN-PKAN