Têkeve
NÛÇE
PKAN

KURDEN ANATOLİYE

Nûçe

PKAN-Danîmarka Semîner Lidarxist!

PKAN-Danîmarka, roja yekşemê li bajarê Ishoj’ê li salona Vejlebroskole Semînerek li ser pirsgirêkên Ciwanan , komên çete û komên dînî lidarxist. \n \nPêşkêşvanê Semînerê Katina Ali Rasmussen û Şengûl...

PKAN-Danîmarka Semîner Lidarxist!
PKAN-Danîmarka, roja yekşemê li bajarê Ishoj’ê li salona Vejlebroskole Semînerek li ser pirsgirêkên Ciwanan , komên çete û komên dînî lidarxist.       \n \nPêşkêşvanê Semînerê Katina Ali Rasmussen û Şengûl Akbal Deniz bûn.       \n \nKatina pêşkêşîya xwe li ser ciwan çawa tevlî komên çete û komên dînî dibên amede kiribû.       \n \nZarok û ciwanên li malbatên ku pirsgirêk hene, zarok û ciwanên ku pirsgirêkên wan ji hêla dê û bavan ve nayê ditîn û yên ku alîkarîya pisporan nagrin. Yên ku di valahî de ne , zêdetir meyla ji bo komên dikin. Ewan bi hêsantir dikevin ser rêya radikalbûn û sûcdarîyê.     \n \nKatina,ji Rêxistina Amal Hayat Denmark beşdar bibû.    \n \nŞengûl, pêşkêşîya xwe li pirsgirêkên malbatên Kurdên Anatoliya Navîn ên li Danîmarka dijîn, bi avakî vekirî û zelal yek bi yek ji guhdarvanan re şîrove kir.    \n \nŞengûlê , nimûne ji jiyana dê û bave xwe de, ji serpêhatî malbatê xwe û ji yên gendi bi xwe de dan.   \n \nŞengûlê, pirsên ciwanan , bi ciwanan re û bi hev re nîqaş kirin.     \n \nYên ku tevlî bûnê jî , bi şîrove û pirsên xwe reng dane Semînerê.     \n \nŞengûl Akbal Deniz Pedagog û Familie terapiste , xêrê ji vê, bi salan endamê meclîsê Belediyê Ishoj’ê bû.    \n \nPKAN-DK, standa vekir, kitêba Yusuf Z. Sûtçû û kitêbên PKAN’ê dane nasandin.