PKAN-SWÊD beşdarî Festîvala Gelêrî ya ku li herêma Fittja ya Stockholmê hat lidarxistin bû û di festîvalê de bi navê xwe standek vekir. PKAN-SWÊDê di çarçoveya festîvalê de çanda Kurdên Anatoliya Navîn û xebatên PKANê ji bo mêvanan da nasandin.
Festîvala Gelêrî, ku her sal di meha tîrmehê de wek kevneşopiyekê tê lidarxistin, bi beşdariya gelek civak û rêxistinên cihêreng hate lidarxistin.PKAN-SWÊDê di standa xwe de projeyên ku heta niha pêk anîne pêşkêş kir û broşurên bi zimanên swêdî, kurdî û tirkî yên li ser Kurdên Anatoliya Navîn belav kir.
Standa PKAN-SWÊDê bala gelek mêvanan kişand. Beşdarên festîvalê dîrok, çand û jiyana civakî ya Kurdên Anatoliya Navîn ji nêz ve nas kirin û li ser xebatên PKAN agahî girtin.
PKAN-SWÊDê xwarinên Gelêrî yên Kurdên Anatoliya Navîn, wek qatme, kilor û nanê sêlê amade kirin û ji mêvanan re pêşkêş kirin. Ev pêşkêşî bala gelek kesan kişand û bû alîkar ku mêvan çanda xwarina Kurdên Anatoliya Navîn nas bikin.
Rêveberên PKAN-SWÊDê diyar kirin ku armanca beşdarbûna wan a vê festîvalê ew e ku Kurdên Anatoliya Navîn bi dîrok, ziman û çanda xwe li nav civaka Swêdê bêtir were nasandin û di heman demê de pêwendiyên di navbera civakên cuda de bihêztir kirin e.
Platforma Kurdên Anatoliya Navîn-PKAN