Prof. Dr. Mehmet Gurses herêma ku Kurdên Anatoliya Navîn lê dijîn zîyaret kir û di çarçoveya vê sefera xwe de bi gelek kesayetên civakî, akademîk û çandî re hevdîtin pêk anî.
Wekî tê zanîn, sala borî bi editoriya Prof. Dr. Mehmet Gurses û Dr. Haci Çevik, bi beşdariya deh akademîsyenan, pirtûkeke bi zimanê îngilîzî li ser Kurdên Anatoliya Navîn hate weşandin. Ev berhem yekem xebata akademîk a berfireh e ku vê civakê di asta navneteweyî de dide nasîn.
Piştî weşandina pirtûkê, Prof. Dr. Mehmet Gurses dixwest herêma ku ev civak lê dijî ji nêz ve bibîne, bi gel re hevdîtin bike û şert û mercên civakî û çandî yên herêmê nas bike. Ji bo vê armancê ew bi rêberiya Dr. Haci Çevik û bi hevrêtiya çend endamên PKANê serdana Anatoliya Navîn kir.
Di destpêka rêwîtiyê de heyet li Ankarayê bi Parêzer Levent Kanat re hevdît. Malbata Kanat û hunermend Serbülent Kanat bi mêvanperweriyeke germ heyet pêşwazî kirin. Di civînê de Parêzer Levent Kanat li ser dîrok, civak, çand, siyaset û rewşa aborî ya Kurdên Anatoliya Navîn nirxandineke berfireh pêşkêş kir.
Piştre heyet berê xwe da çend gundên Heymanayê. Li vir ji aliyê Ali Özköç, İsmail Süslü û Eşref Özviran ve hatin pêşwazî kirin. Wan di derbarê dîrok, jiyana civakî û taybetmendiyên Kurdên Şêxbizinî de agahiyên girîng parve kirin.
Di roja din de heyet navçeyên Kulu û Cihanbeylî ziyaret kir. Di van herdu navçeyan de bi gelek kesayetên herêmî re hevdîtin pêk hatin û li ser dîrok, demografî, ziman û çanda Kurdên Anatoliya Navîn nirxandin hatin kirin.
Piştre heyet bi Mehmet Xoce re berê xwe da Încovê. Li vir ji aliyê Ali Kara, Eşref Erdem (wekilê berê yê CHP), Parêzer Levent Kanat û komeke ji gundiyên Încovê ku bi meseleya Kurdî re eleqedar bûn, bi germî hatin pêşwazî kirin. Di civînê de beşdaran li ser rewşa Kurdên Anatoliya Navîn bi hûrgulî nirxandinên xwe pêşkêş kirin û ji bo danasîna vê civakê di qada navneteweyî de, spasiyên xwe ji Prof. Dr. Mehmet Gurses re anîn ziman.
Heyeta me heman êvarê gihîşt gundê Omera. Li Pepûk Cafe de, Prof. Dr. Mehmet Gûrses û Dr. Haci Çevik li ser pirtûka ku derbarê Kurdên Anatoliya Navîn de hatiye çapkirin, bi beşdarbûn û eleqeya mezin a mêvanan re sohbetek germ û berfireh kirin. Bi pirs û nêrînên xwe, beşdaran jî sohbet dewlemendtir û kûrtir kirin.
Di dawiyê de, yek ji edîtorên Bîrnebûnê, Muzaffer Özgür, nirxandineke kurt li ser girîngî û naveroka vê berhemê kir û hemû kesên ku bi ked û hewldana xwe beşdarî amadekirina vê pirtûkê bûne, bi dilxwazî spas kir.
Her wiha, Gulabî Celep, xwediyê Pepûk Cafe û rêvebirê projeya Komeleya Jiyana Ekolojiyê ya Kulu-Cihanbeylî, bi pirs û tevkariyên xwe beşek girîng li vê civînê zêde kir û atmosfera sohbetê dewlemendtir kir.
Em wekî PKAN ji bo pêşwazîya germ, mêvanperweriya dilsoz û piştgiriya Gulabî Celep spasdariya xwe pêşkêş dikin û hêvî dikin ku ev cure civînên çandî û akademîk her ku diçe berdewam bibin.
Ji ber kêmbûna demê nekarîbû tevahiya bajar û navçeyên ku Kurdên Anatoliya Navîn lê dijîn ziyaret bike. Lêbelê ev serdan bû gaveke girîng ji bo xurtkirina têkiliyên akademîk û civakî û ji bo baştir nasandina vê civakê.
Piştî vegera xwe bo Amerîkayê, Prof. Dr. Mehmet Gurses bi telefonê spasdariya xwe ji hemû kesên ku di vê serdanê de beşdar bûn an jî bi awayekî cihêreng piştgirî kirin, anî ziman. Herwiha ew silav û rêzdariya xwe ji hemû kesên ku di vê rêwîtiyê de pê re nas bûn û sohbet kirin re şand.
Platforma Kurdên Anatoliya Navîn-PKAN