Gelê me yê hêja, hemşeriyên me yên kurdên Anatoliya Navîn!
Sibe, roja sêşemê, di 24ê Adara 2026an de, li Danîmarkayê hilbijartinên giştî yên pêşwext tên lidarxistin.
Di van hilbijartinan de zêdetirî 4 mîlyon hilbijêr ji bo diyarkirina 179 kursiyên parlamentoyê diçin ser sindoqan. 12 partiyên siyasî û namzetên serbixwe di nava pêşbaziyeke dijwar de ne.
Wekî tê zanîn, Danîmarka yek ji wan welatan e ku herî zêde Kurdên Anatoliya Navîn lê dijîn. Êdî çîroka me ya li vî welatî gihiştiye 60 salî. Em ne tenê "koçber" in; em beşekî bingehîn ê civakê ne û di her qada jiyanê de, ji aboriyê heta çandê, xwedî ked û bandor in. Îro jî, di qada siyasetê de hemşeriyên me bi vîna xwe ya xurt beşdarî vê pêşbaziyê dibin.
Wek Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN), bangawaziya me ji bo hemû Kurdên li Danîmarkayê ev e: Dengê xwe bidin xwe, dengê xwe bidin nûnerên xwe!
Ji bo ku dengê me di parlamentoyê de xurttir derkeve û daxwazên me werin qebûlkirin, piştgirîya namzetên Kurdên Anatoliya Navîn wezîfeyekî neteweyî û civakî ye.
Namzetên me û herêmên wan:
• Halime Oguz: Partiya SF (Sosyalîst), Herêma Kopenhagê.
• Hediye Temiz: Partiya Radikal B, Herêma Nordsjælland.
• Sinem Dybvad Demir: Partiya Enhedslisten (Yekgirtî), Herêma Nordsjælland. (Sinem Demir dosteke dilsoz a gelê Kurd e).
• Zeynep Bardakçi: Partiya Venstre, Herêma Kopenhagê.
• Îbrahim Benli: Partiya Enhedslisten (Yekgirtî), Herêma Kopenhagê.
• Taner Genç: Partiya SF (Sosyalîst), Herêma Kopenhagê.
• Fatih Baran: Partiya Enhedslisten (Yekgirtî), Herêma Kopenhagê.
• Ayhan Kiliç: Partiya Moderater M, Herêma Nordsjælland.
• Esat Şentûrk: Partiya Radikal B, Herêma Kopenhagê.
Werin em sibe bi yekdengî herin ser sindoqan û bi hêza xwe ya siyasî paşeroja xwe ava bikin.
Serkeftin ji bo namzetên me!
PLATFORMA KURDÊN ANATOLIYA NAVÎN (PKAN)