Têkeve
NÛÇE
PKAN

KURDEN ANATOLİYE

Çand û Huner

NEWROZA WE 2026AN PÎROZ BE!

NEWROZA WE 2026AN PÎROZ BE!

Xelkê me yê hêja, hevalên me yên hêja, 

Em wek Platforma Kurdên Anadolya Navîn (PKAN) Newroza we gîştîkan pîroz dikîn. 

Newroz; sembola berxwedanê ye!  

Newroz li dijî zulmê ye! Newroz azadî û tezebûna tabîatê ye! 

Agirê Kawa yê Hesinkar (Demirci Kawa) vêxistî îro jî vêdikeve. Ew agir îro jî  sembola berxwedana gelê Kurd e.  

Ew agir ê her tim vêkeve. 

ji bo azadî û rûmetê dişewite. 

Agirên Newrozê ku li çar parçeyên Kurdistanê û li her derê dinyayê têne vêxistin, careke din nîşan dide ku îradeya Kurdan qezenç bike. 

Hevalên hêja, 

Îro li herema me Amerîka-Îsraîl şerekî qilêr dimeşîne. Welatê me di nav pêvajoya aşitîyê de ye. Êdin herkes dizane meseleya kurdan bi inkarê, bi şer hal nabe. Çareseriya mayînde;bi xurtbûna aşitiyê, pêşveçûna demokrasiyê û bi wekhevîya gelan mimkun e. Ji ber wê jî gerek herkes li pêvajoya aşitiyê xwedî derkeve. 

Em îna dikin xelkê me li pêvajoya aşitiyê xwedî derkeve. Çimkî aştî ê Kurdên Anatoliyê ji asîmîlasyonê xelas ke.  

Em îna dikin xelkê me li zimanê xwe, li kulturua xwe xwedî derkeve.  

Bila agirê Newrozê bibe agirê azadî, aşitî û hêviyê. 

Bijî Newroz! Bijî aşîtî! Bijî azadî! 

PKAN (Platforma Kurden Anatoliya Navîn