Têkeve
NÛÇE
PKAN

KURDEN ANATOLİYE

Çand û Huner

HEVDÎTİNA KURDÊN ANATOLIYA NAVÎN LI BERLÎN’Ê!

PKAN-ALMANYA, li bajar’ê Berlînê semînerek bi navê sosyalojî, çand û dîroka Kurdên Anatoliya Navîn lidarxistin. \n \nSemîner roja În’ê , di 30.Gulan’ê 2025an de li salona Haus der Jugend Mitte de, di...

HEVDÎTİNA KURDÊN ANATOLIYA NAVÎN LI BERLÎN’Ê!
PKAN-ALMANYA, li bajar’ê Berlînê semînerek bi navê sosyalojî, çand û dîroka Kurdên Anatoliya Navîn lidarxistin. \n \nSemîner roja În’ê , di 30.Gulan’ê 2025an de li salona Haus der Jugend Mitte de, di seat 15:00 de destpêkir. \n \nSemîner, bi rêzgirtinê dest pêkir. Pêşkeşvanê û birêvebirîya semînerê Alan Koyuncu dikir. \n \nAxaftvanê semînerê Dîroknas û Nivîskar Şoreş Reşî û Sosyolog û Civaknas Haci Çevik bûn. \n \nHemo Özkan, berpirsîyarê Berlînê bi kurtasî PKAN danasîn. PKAN, di 2015an de hate damezrandin, va deh salin ku kar û xebatê xwe berdewam dike. PKAN, li tevahiya Ewrûpa birêxistine, li welat jî bi partî û sazîyan re bi têkîldare. PKAN, parastina demokrasî, azadî û wekheviyê dike û armanca me hevgirtina civaka me ya parçebûyî yê. PKAN, bi parastina nasname û zimanê xwe li dijî siyaseta asîmîlasyonê kar û xebatan dimeşîne . Hemo Özkan, wiha bi dawî anî, îro ji bo vê armancê em hatinê cem hev, bi wan gotinên dawî spasîya we giştikan dikim û hûn bixêr hatin. \n \nDîroknas û Nivîskar Şoreş Reşî, pêşkeşîya xwe li ser dîroka Kurdên Anatoliya Navîn bi dirêjîya qirarê saetkê û hûr û kur ji beşdarvanan re şîrove kir. Dîroknas û Nivîskar Şoreş Reşî, behsa hatina Kurdên Anatoliya Navîn'ê  a Anadolê kir.Behsa Eşîrên wek, Reşî, Canbeg , Şeyhbizan , Seweda û behsa Kurdên li Aksarayê dijin kir.Şoreş Reşî pêwendiya nêzik a di navbera Kurdên Xorasan û Kurdên Anadolê Navîn de şîrove kir. \n \nSosyolog û Civaknas Haci Çevik , di pêşkeşîya xwe li ser dîroka siyasî ya Kurdên Anatoliya Navîn pêşkeş kir. Sosyolog û Civaknas Haci Çevik , behsa têkiliyê Kurdên Anatoliya navîn bi siyasetê re û tevgera wan a dengdanê , di tevahiya Komera Tirkîyê de şîrove kir. \n \nSemîner, bi pirs û sohbet berdewam kir û Koma Adar'ê muzîke jî bi sitiranên xwe semîner rengînî kirin. \n \nSpas ji Rêveberiya PKAN-Almanya û bi taybetî ji hevalên Berlînê re. \n \nPKAN- PLATFORMA KURDÊN ANATOLIYA NAVÎN.