Têkeve
NÛÇE
PKAN

KURDEN ANATOLİYE

Çand û Huner

PKANê “Şahiya Kurdên Anatoliya Navîn” li dar xist

\n \nPKAN-Almanya \n28.01.2024 \n \nLi bajarê Bergisch Gladbach a Almanyayê bi pêşengiya PKAN-Almanya “Şahiya Kurdên Anatoliya Navîn” hat lidarxistin. \n \nŞahî, saet di 13:30an de dest pê kir û ji...

PKANê “Şahiya Kurdên Anatoliya Navîn” li dar xist
\n \nPKAN-Almanya \n28.01.2024 \n \nLi bajarê Bergisch Gladbach a Almanyayê bi pêşengiya PKAN-Almanya “Şahiya Kurdên Anatoliya Navîn” hat lidarxistin. \n \nŞahî, saet di 13:30an de dest pê kir û ji Kurdên Anatolyaya Navîn û dostên wan dora 500 kesî wek mêvan tevlî vê şênahiyê bûn. \n \nDi şahiyê de, li ser navê PKANê hevserokên PKANê Gunay Kokulu û Ali Fuat Gursel, ji mêvanan nivîskar Mehmet Bayrak û parlementera berê ya HDPyê Besîme Koncayê axaftin kirin. \n \nXebatên PKAN-Almanyayê bi sînevîzyonekê hatin nîşandan. \n \nJi Anatolyaya Navîn gelek akademîsyen, hunermend û nivîskar bi berhemên xwe tevlî vê şahiyê bûn. \n \nMamoste Maruf di derbarê girîngîya hilbijartina dersên kurdî yên Almanyayê de agahî dan mêvanan. \n \nHijmara civan û kurikên ku tevlî vê şahiyê bûyî rengê xwe li coşa şahiyê jî da û şahî ji destpêkê heta dawiyê pir bi coş dewam kir. \n \nMêvanan bi kilamên stranbêjên herêmê; Tulay Koç, Ergîn Xelikan, Kerîm Taşkiran û Alî Çam govend gerandin. \n \nDi şahiyê de seba kurikan kargeha lîstikê hat vekirin. Kurikan hemsalên xwe naskirin û piştî perwerdeyeke du saetan bi koreografiya govendê derketin ser sehneyê. \n \nŞahî piştî pênc saetan bi dawî bû. Kesên ku tevlî vê şahiyê bûyî berdewamiya şahiyên veng xwestin. \n \n