Têkeve
NÛÇE
PKAN

KURDEN ANATOLİYE

Çalakî

ŞEVA OMERA LI STOCKHOLM

Şeva Çand û Hevgirtinê ya Swêdê Omeranli, di roja 04 çile pêşîn 2025an li navçeya HANDEN’ê hat lidarxistin. \n \nŞeva Omera , bi mexseda hatina cem hev hate organîzekirin. \n \nDi şavê de mesajên...

ŞEVA OMERA LI STOCKHOLM
Şeva Çand û Hevgirtinê ya Swêdê Omeranli, di roja 04 çile pêşîn 2025an li navçeya HANDEN’ê hat lidarxistin.  \n \nŞeva Omera , bi mexseda hatina cem hev hate organîzekirin.  \n \nDi şavê de mesajên pîrozkirina ji hêla nûnerê Komela Omera yên Norweç Almanya Avusturya Danîmarka û her wiha mesaja nûnêrê ji Omera gendî hatin xwendin.   \n \nLi ser koçkirina Omeraniyan bo Swêdê, lîsteya ku Haci Baysal amede kirî, kesên cara sıftê ji Omera hatin Swêdê li ser sahne hate xwendin.   \n \nKoma Govende: Keçên ciwan bi cil û bergên herêmî govend gerandin.  \n \nHûnermendên tevlî bûyê bi stranên xwe şeva Omera geş kirin.  \n \nOmera li Stockholm/ Swêdê di sala 2023an de komelek bi navî  Sverige-Omeranli Kultur och Solidaritetsförening vekirin.   \n \nAktivitên di Komela Omera de; Kursên Govende ji ciwanan re tên dayîn, dersên wek jiyana Swêd, zimanê Swêdê , Matematîk û Îngilizî tên dayin.  \n \nKomeleya Omera her roj di saetên diyarkirî de ji kal û pîran re vekirî ye.