Giriş Yap
SON DAKİKA
PKAN

KURDEN ANATOLİYE

Taziye

Mehmet Emin Bozarslan wefat kir

Mehmet Emin Bozarslan wefat kir

Me bi xemgînî bîhist ku lêkolîner û nîvîskar Mehmet Emîn Bozarslan, ku di jiyana xwe de xizmetek mezin ji edebiyat û zimanê Kurdî re kir, li Swêd li bajarê Uppsala di 92 salîya xwe de ji nav me bar kiriye.

Bozarslan bi latînîzekirina destana Mem û Zîn, bi ferheng, roman û pirtûkên zarokan kedeke mezin da ziman û wêjeya kurdî di pey xwe mîrat û emanetek bejinbilind hişt.

Em wek Platforma Kurdên Anatolya Navîn (PKAN) bi xemgînî êşa malbatê û ya gelê kurd parve dikin.

Nav û berhemên wî dê her tim di ziman û bîra Kurdî de bijîn.

Bila serê gelê Kurd sax be

Bi rêz û dilsozî


PKAN-Platforma Kurdên Anatolya Navîn