Giriş Yap
SON DAKİKA
PKAN

KURDEN ANATOLİYE

Kültür ve Sanat

BIBORIN !

BIBORIN !

BIBORIN!

Deng

Ji dûr ve

dibe ku nêzîk be jî

ji xirpiniya stûyê wê tê, nizanim

xişiniya morikên bazinên li zendî 

ya jî weşengên li herdê

fîtîniya bayê xerîbî

qirçeqirça didanên bi zorê dengên biyan derdixin...

Dizanim ev deng ji devê min dernayê.

Dizanin. Ev deng gîşk ji xewnên min mane. Dibe ku xeyalên nebinavkirî bin ew deng, ya jî xewnexof... A rast a ku em jê re dibêjin deng ji xeynî hilmên bireşe dîtir çi ne? Hilm ji devê te bikişe, olana dengan jî pê re dikişe û diçe...bêdeng dimînî û dimirî... biborin min nedixwest ji we re behsa mirinekê bikim.

 Lê dizanim we navê min bihîstiye.

Ez, Kamber Ateş! Xwediyê ferhenga hestên mirî...

Cardin biborin( û carcardin biborin ez ê vê peyvê pir caran dubare, sêbare, nizam çend bare bikim. Çi? Peyva biborin...) 

Biborin!

Gava hin kes behsa çîroka min dikin, dengê min dişibe rondikên çavên dêya min, bi gewriya min ve dinûske û dixeniqe. 

Ahhh dayê ez qûrban...

Biborin, lê dêya min... ahhh dayê, min bibexşîne. Xwezî te ez di nav kenê wan keftaran de nedîta...

Dibêjin keftar her sal çermên zayêndên xwe digûherînin. Salekê ew dêl in, salekê jî nêr... lewma ye ewqas bêrehm in. Heyfa xwe ya sala par ji laşê qurbanîyên xwe derdixin, wan zindiyî didin ber gezan û her ku qurbanîyên xwe didin ber gezan dengekî nola kenînê li meydanê olan dide. Ew dikenin. Ahhh ew çi keneke xof e!

Û dêya min ez di nav lepên wan keftaran de dîtim. 

Keftar dikenîn

Dêya min nêzî min bû

Dengê kenê keftaran e!

"Kamber Ateş nasılsın?”

Keftar dikenin 

"Kamber Ateş nasılsın?”

Keftar ji xwe ve diçin

“Kamber Ateş nasılsın?”

"Kamber Ateş nasılsın?”

Çinginiyeke mezin xwe li guhê min diselitîne

Bi dengê çinginiyê re hemû deng, hemû hest, her tişt yek bi yek dikeve ber lehiyê û ji min ji dûr  dikişe. Gewrahiyeke giran dadikeve ser palikên çavên min. Û rûyê dêya min wek xeyaleke dûr li ber çavên min e... ez tenê levên wê dixwînim

"Kamber Ateş nasılsın?”

Hemû gotinên dêya min ji bîra min çûn, hemû hestên min mirin. Bi tenê

"Kamber Ateş nasılsın?

Û

Rûyê wan keftaran

Dikenin

Bêdeng..


Bêdengiyeke ker xwe dikute ser hestên min û hemû hestên min yek bi yek dimirin.

*

Biborin

*

Biborin

Belkî hûn!

Erê, erê hûn. Kesên ku di vê keliyê de vê nivîsê dixwînin.

 Biborin, belkî hûn dikarin vê bêdengiyê ji ser min rakin.

Belkî tenê dengek dikare min bigihîne rastiyê, bigihîne dêya min.

Biborin, lê dayik welat e

Û ez dengê welatê xwe dixwazim

*

21ê sibatê, roja navneteweyî ya zimanê dayikê pîroz be