Têkeve
NÛÇE
PKAN

KURDEN ANATOLİYE

Nûçe

HILBIJARTINÊN LI SWÊDÊ – DENGÊ TE, PÊŞEROJA TE!

HILBIJARTINÊN LI SWÊDÊ – DENGÊ TE, PÊŞEROJA TE!

Li Swêdê, roja Yekşem, 13ê Îlona 2026an, dê hilbijartinên giştî, yên şaredariyan û yên herêman bên lidarxistin.


Li Swêdê hilbijartin her çar salan carekê û di demeke diyarkirî de pêk tên. Ji ber vê yekê ji berê ve tê zanîn ku hilbijartinên nû yên Parlamentoya Swêdê (Riksdag) dê roja Yekşem, 13ê Îlona 2026an, bên kirin.


Di van hilbijartinan de, her dengdêr dê sê dengan bide:


🔹 Dengekî ji bo Parlamentoya Swêdê (Riksdag)

🔹 Dengekî ji bo Meclîsa Şaredariyê (Kommunfullmäktige)

🔹 Û dengê sêyemîn ji bo Meclîsa Herêmê (Regionfullmäktige)


Tê texmînkirin ku di van hilbijartinan de bi giştî nêzîkî 100 namzetên kurd hene. Ji van jî, di navbera 15 û 20 namzetan de ji Kurdên Anatoliya Navîn in.


PKAN bang li hemû Kurdên Anatoliya Navîn ên li Swêdê dijîn dike:


Roja 13ê Îlona 2026an, herin ser sindiqan û mafê xwe yê dengdanê bi kar bînin!


Kurdên Anatoliya Navîn dikarin bi dengê xwe piştgiriyê bidin namzetên xwe û di avakirina pêşeroja siyasî de cihê xwe bigirin. Her dengek dengekî xurttir e ji bo temsîliyet, nasname û mafên me.


Mafê xwe yê dengdanê bi kar bînin – da ku îradeya me li sindiqan bê dîtin û bê hesibandin!


Em ji hemû namzetan re serkeftinê dixwazin.


Navê kesên ku di hilbijartinan de weke berendam cîh girtine ev in:


Serkan Köse Sosyaldemokraterna Nynäshamn 

Bengi Aslan Sosyaldemokraterna Huddinge

Zaire Kanat Yıldırım Miljöpartiet Huddinge

Bekir Uzunel Vänsterparti Botkyrka 

Miran Inal; Sosyaldemokraterna Botkyrka 

Deniz Bulduk; Miljöpartiet Botkyrka

Esma Güler; Sosyaldemokraterna Stockholm 

Gurbet Celep; Sosyaldemokraterna Haninge

Şilan Biçen; Sosyaldemokrater Stockholm 

Kadir Kibar; Sosyaldemokrater Botkyrka

Yasemin Ergül; Sosyaldemokrater Botkyrka 


PLATFORMA KURDÊN ANATOLIYA NAVÎN – PKAN