PKANê Serdana Partiya Demê Kir!
Heyetek ji endamên PKANê di 30ê meha Hazîranê de, li Ankarayê beşdarî civîna koma Partiya Demê bûn.
Rêveberên PKANê yên ji bo havînê ji welatên cûda hatibûn welêt, li Ankarayê hatin ba hev û beşdarî civîna koma Partîya Demê bûn. Ev serdan bi alîkarîya Mulla Şîmşek (Hevserokê Partiya Demê yê bajarê Konyayê) pêk hat.
Rêveberên PKANê ji hêla rêveberên Partiya Demê ve bi germahî hatin pêşwazîkirin. Piştî pêşwaziyê, ji hêla rêveberên PKANê ve, di derheqê PKANê de brifingek hate dayîn.
Piştî brifingê şandeya PKANê ji hêla hevserokê Partiya Demê Tuncer Bakirhan ve hate qebûlkirin. Li vir jî di derbarê pêvajoya damezrandina PKANê de bi kurtasî agahî hatin dayîn.
Di berdewamiya rojê de heyeta PKANê, beşdarî civîna koma Partiya Demê bû. Sezai Temelli (cîgirê serokê koma Partiya demê) di axaftina xwe ya destpêkê de PKAN û PKAN-TV da nasîn.
Platforma Kurdên Anatoliya Navîn-PKAN