Têkeve
NÛÇE
PKAN

KURDEN ANATOLİYE

Nûçe

NEWROZA KULUYÊ YA 2026AN DÎSA DENG VEDA!

NEWROZA KULUYÊ YA 2026AN DÎSA DENG VEDA!

Li navçeya Kuluyê ya Konyayê , di navenda Anadolê de, pîrozbahiya Newrozê ji hêla rêxistina Partiya Demê ya Kuluyê ve, li qada cihê bazarê bi serkeftî hat lidarxistin. Hijmara beşdarvanên Newrozê li gorî Newrozên salên borî zêdetir bû. Li qada Newrozê coşeke mezinin hebû. Piraniya beşdarvanan jin û ciwan bûn.


Parlamenterê Partiya Demê yê Rihayê Ferît Şenyaşar, Hevserokê Partiya Demê yê bajarê Konyayê Molla Şîmşek, Hevserokê Navçeya Kuluyê yê Partiya Demê Wahdet Sarî û Rêveberên Partiya Demê yên Kuluyê. Nûnerên Meclîsa Şaredariya Kuluyê yên Partiya Demê. Rêveberên Partiya Demê  yên Cihanbeyli, Haymana, Bala, Polatli û Şereflikoçhisarê jî beşdarî Newrozê bûn. 

Peyama PKANê ku ji bo pîrozbahiya Newrozê hatibû şandin hate xwendin.

Hunermendên heremê Newroz bi kilamên xwe şên kirin û pîrozbahiya newrozê bi govend gerandinê berdewam kir. 

PLATFORMA KURDÊN ANATOLIYA NAVÎN-PKAN