Têkeve
NÛÇE
PKAN

KURDEN ANATOLİYE

Nûçe

PKANê Zîyareta Komeleya Konê ya li Kuluyê Kir!

PKANê Zîyareta Komeleya Konê ya li Kuluyê Kir!

Koma PKANê, roja yekşemê (12.07.2026) serdaneke fermî li Komeleya Konê ya li Kuluyê pêk anî. Koma PKANê ji aliyê 2 rêveber û  xwendakerekî Komeleya Konê ve bi germî hatin pêşwazîkirin.


Ji xeynî Koma PKANê, nivîskar Halil Kûçûkyildiz , nivîskar Hasan Akbal -bi navê Hesenê Alê tê naskirin- û çend kesên ku ji Ewrûpayê hatibûn beşdarî vê zîyaretê bûn.


Nivîskar Halil Kûçûkyildiz, çîrokên gerokê Danîmarkî yê navdar H.C. Andersen, ku wî wergerandibûn zimanê kurdî wek diyarî bexşî Komeleya Konê kir.


Koma PKANê, bi kurtasî PKAN da nasîn û sedema ziyareta xwe anî zimên. 

Rêveberên komeleya Konê ji koma PKANê re behsa sedema damezrandin, kar û xebatên komeleyê yên ku heta niha hatine meşandin, kirin û şîrove li ser; komele di çavê gelê Kuluyê de çawa tê dîtin, kirin.


Koma PKANê, herdû nivîskaran û mêvanên din yên beşdarî vê ziyaretê bûne, nêrinên xwe yên di derbarê Komeleya Konê de anîn zimên.


Wek koma PKANê  em ji bo vê mêvandariyê spasiya  rêveberên Komelêya Konê dikin.


Platforma Kurdên Anatoliya Navîn-PKAN


Kurdên Anatoliya Navîn -çarşem -16 /07-2026